Nûra astengdar bi kenê xwe hêzê dide malbata xwe

  • 09:03 26 Gulan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Nûr Mihemed 18 salî ye û astengdare û bi malbata xwe re li gundê Um El-Kêfê ligel êrîş û zehmetiyan têkoşîna jiyanê dide. Dayika Nûr Fatima got: "Di dema topebaranan de dibe ku Nûr ditirse jî lê bi kenê xwe hêz dide me. Hebûna Nûrê hêzê dide me."
 
Li her maleke gundê Um El-Kêf  de yê girêdayî navçeya Til Temir berxwedanek heye. Her roj gund bi topbaranê re rûbirû dimîne. Serpêhatiyên cuda cuda li gund hene. Lê tenê armancek li vir heye ev jî girêdana wan a bi axê ye. Gundê Um El-Kêf kanî û jêdera serpêhatiyên berxwedana sivîla ne. Ji kesên temen mezin, zarokên nû çavên xwe li dinê vedikin û jinên ku jiyanê dixemilînin bigre heta zarokên astengdar ku tevî astengdariya xwe ji malbatên xwe re dibin jêdera hêzê. Em ê çîroka Nûr Mihemed bînin ziman. 
 
Nûr Mihemed 18 salî ye, dema tê dinê piştî heftiyek bi nexweşiya zerikê dikeve. Dema ku malbat wê dibin nexweşxaneyê û xwîna wê diguherinin, vê carê li şûna ku kêfxweş bibin bi xebera astengdariya wê re matmayî man. Astengdariya wê bandorê li her du ling, dest û zimanê wê dike. Nûr niha li gel astendariya xwe dev jî têkoşîna jiyanê bernedaye û li gel êrîşan jî gunde xwe Um El-Kêfê terk nekirine. 
 
‘Fêrî xwend û nivîsandinê bû’
 
Derbarê astengdariya Nûrê de dayika wê Fatma Salim axivî û got: "Ev bûye 18 sal  keça min di vî halî de ye. Di aliyê tevgera dest û lingên xwe de pir zehmetiyan dikşîne. Min navê Nûr lê kir ji ber ku hêviyên min ji rûyê wê dibariya. Heya refê 5'an dibistana seretayî xwend lê piştî wê êdî nema dikarîbû biçe dibistanê. Pêwistiya wê bi dibistaneke taybet a astendaran hebû û lê ew jî li herêmên me tune ye. Di aliyê xwendin û nivîsandinê de pirsgirêkê wê tune ye, tevî rewşa wê ya zehmet jî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir."
 
‘Nûr ji bo min  jêdera moral û hêzê ye’
 
Fatmayê di dewama axaftina xwe de qala hebûna Nûrê kir û wiha axivî: "Nûr pir ji dibistan, xwendin û hemû hevalên xwe hez dike. Dema ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê me topbaran dikin, dibe ku di hundirê xwe de ditirse lê bi kenê xwe yê ji dil hêzê didê me. Hebûna Nûr jiyana min de ez weke girêdana xwe bi axa xwe re bêtir xurt dikim."
 
‘Mala me welatê me ye’
 
Fatimayê derbarê hebûn û girêdana xwe ya li gund wiha anî ziman: "Mala min welatê min e, eger em ji mala xwe derkevin em ê ji welatê xwe jî dûrkevin.  Em hebûna dagirkeriya tirk li ser axa  xwe qebûlnakin û pêwsit e ku ji vir derkeve."