‘Em zarokên xwe nakin qurbana qanûnên AKP'ê'

  • 09:07 25 Gulan 2020
  • Rojane
EDENE - Endama Platforma Jinan ya Edeneyê Pelîn Çîçek, diyar kir ku qanûna efûkirina tecawizkaran nayê qebûlkirin û got: "Dixwazin bi rêya zewicandinê tecawizkaran efû bikin. Lê em rê nadin ku zarok bibin qurbana qanûnên AKP'ê."
 
Qanûna înfazê ya ku ji hêla AKP û MHP'ê hatî amadekirin ji meclîsê hatibû erêbikin û tê xwastin ku xalek din ya ku efûkirina tecawizkaran pêk tîne li meclîsê bê qebûlkirin. Heke ev pêşnûme qanûn bê qebûl kirin zarok dê bi tecawizkarên xwe re bizewice. Ev peşnûme qanûn ji hêla rêxistinên jinan ve rastî bertek û nerazîbûnan hat. Endama Platforma Jinan ya Edeneyê Pelîn Çîçek bal kişand ser peşmûme qanûnê û nêrînê xwe ji axansa me re parvekir. 
 
'Peşnûme qanûn dê zirarek mezin bide civakê'
 
Pelîn, AKP bi polîtîkayên xwe yên paşverû êrîşê tevgerên jinan dike û got: "Em bi têkoşîna jinê rê li ber xwe vedikin. Hikûmet di hêla aborî û siyasetê ve têk diçe. Dema têk diçe jî jinê hedef digire. Niha qanûna înfazê di pêvajoyeke ev qas hesas de tîne rojevê. Rêxistinên jinan baş dizanin ku ev pêşnûme bê qebûlkirin dê zirareke mezin bide civakê."
 
'Ji ber bertekan nehat meclîsê'
 
Pelîn, hikûmet tu carî dev ji polîtîkayên xwe yên paşverû berneda û wiha axivî: "Gotin êrîşkar dê neyên efûkirin lê belê di TCAK'yê de şîdeta li hemberî jinê nehatiye pênasekirin. Kesên êrîşkar, kujer û tecawizkar niha li kolanan digerin. Her wiha bi tu awayî jî di vê pêvajoyê de jin nehatin parastin. Dema qanûna îfazê hat qebûlkirin dixwastin qanûna zewicandina zarokên 14 salî jî bidin qebûlkirin. Lê ji ber bertekan nehat rojeva meclîsê." 
 
'Em zarokan nakin qurban' 
 
Pelîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê li weqfan, kursên Quranê û malên xwedîkirina zarokan dê bêtir zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Li welatê me hêj pirsgirêka zewicandina zorakan ji holê ranebûye û dê bi vê qanûnê jî bêtir zarok mexdûr bibin. Em nahêlin ku zarok bibin qurbana qanûna AKP’ê ya êrîşa zayendî. Em vê zîhniyetê qebûl nakin."