‘Çend êrîş bikin jî em dev jî erdê xwe bernadin'

  • 09:06 25 Gulan 2020
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA  - Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê derbarê şewata zeviyan de û kiryarên dewleta tirk ser herêmên wan nerazîbûnên xwe nîşandan û gotin: “Heya niha nêzî 200 darên zeytûnan, 200 darên daristanê û 6 hektar erd ji aliyê tirkiyê ve hatine şewtandin. Lê lê israra me ya berxwedanê û domandina jiyanê li hember wan her zindiye.”
 
Komên çete yên girêdayî dewleta tirk êrîş û kiryarên xwe ser gelê Efrînê yên  ku li navçeya Şêrewa ya Efrîn û kantona Şehbayê didomînin. Di van rojên dawiyê de bi rêya şewata zeviyan êrîşî vîna gelê sivîl dikin û zirarên mezin gihêştin erdên wan.  Li ser sînorê gundê Kîmarê ya Şêrewa ku di bin kontrola komên çete yên girêdayî dewleta tirk de ye agir hat vêxistin û ev agir derbasî zeviyên sivîlan yên li gundê Sxonekê bû. Jinên navçeya Şêrewa nerazîbûnên xwe li hember kiryarên ku tên kirin nîşandan û nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
Jina bi navê Fewziyê Hesen a 45 salî ji gundê Sxonekê  yê Efrînê ye ser bûyera şewatê wiha axivî: “Dewleta tirk a dagirker êrîşî  vîna me dike, da ku bi koçberiyê re me mecbûrî zerfên jiyana zehmet bike. Tevî êrîşan jî dîsa em li gindê xwe dijîn. Dewleta tirk zeviyên me şewtiandin û keda me hemû ber bi agirê kîna xwe ve bir. Heya niha gelek zirar gihêştiya erdên sivîla, darên me yên zeytûnan jî şewitandin. Dewleta tirk her çiqaş êrîşî me bike jî em dev ji erda xwe bernadin. Israra me ya berxwedanê û domandina jiyanê li hember wan her zindiye.”    
 
‘Dewleta tirk bê ehlaqiya xwe li hember xwezayê jî dide meşandin’
 
Jina bi navê Sozdar Weqas a ku ji Sxonekê ye kiryarên dewleta tirk li dijî vîna gelê berxwedêr şermezar kir û wiha pê de çû: "Şewat ji gundê Kîmarê yê nêzî gundê me vêket ji wir derbasî gundê me jî bû û zeviyên gundê me piranî hatin şewtandin. Şewata ku rû da bi xwe re bexçe, erdên genim, ceh, darên zeytûna û darên daristana bi giştî şewitandin. Êrîşên dewleta tirk gihête erdên ku em debara jiyanan xwe jê digirin bû. Dewleta tirk bê ehlaqiya xwe li hember xwezayê jî dide meşandin.” 
 
‘Divê çareseriyek ji vê rewşa şewatê re bê dîtin’
 
Her wiha jina bi navê Qedîfe Memo ya ku  ji gundê Sxonekê ye zehmetiyên jiyana xwe ya di nava êrîşan de anî ziman û wiha dibêjê: "Em bi gelek zehmetiyan re di aliyê jiyanî de rûbirû dimînin. Rojana êrîş ser gundê me tê kirin, bi ser êrîşan de erdên me jî dişewitînin. Bi alîkariya gel bi hev re agir hat femrandin, lê heya kêliya dawiyê jî gelek erd hatin şewtandin. Em dixwazin çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin, ger rewş wisa be keda me bi şewatê re diçe û em ê rastî zehmetiyên hîn xetertir bên.” 
 
‘Bi şewidandinê dixwazin gel koçber bibe' 
 
Hevseroka meclîsa navçeya Şêrewa Efrînê, Evîn Oso dest nîşanî jiyana gel di nava koçberî û êrîşan de kir û wiha got: “Ev bûye 2 sal dewleta tirk û komên çeten wê  herêma Efrînê dagirkirine. Rojane êrîş li ser navçeya Şêrewa heye. Her wiha bi hatina demsala Havînê re û çandina zeviyan, komên çete yên girêdayî dewleta tirk zeviyên sivîlan dişewtînin. Li gor derfetên heyî em tedbîrên xwe digirin, lê ev yek têrê nake. Beriya çend roja agir li gundê Kîmarê hat vêxistin û derbasî zeviyên gel yên li gundê Sxonekê bû. Di encamê de gelek zirar gihêştin gel û keda wan a ku ev saleke li bene bûn hat şewtandin. Komên çeteyan agir vêdixin û bi rewşa hewayê re derbasî erde sivîlan dibe. Heya niha nêzî 200 darên zeytûnan, 200 darên daristanê û 6 hektar erd ji aliyê tirkiyê ve hatine şewtandin. Me komîteyeke ji bo agirkujê avakir, şêniyên gund jî li kêleka vê yekê alîkariyê didn me. Armanca dewleta tirk ji vê yekê ew e ku dîsa gelê rastî koçberiyê bike. hêviya me ku gelê me hişyar bin ji bo erdên xwe heya ku em berhemên zeviyan rakin.”