Çend hefteyên windayan derbas bûn: Kujer diyarin lê nayên darizandin

  • 09:01 25 Gulan 2020
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Layîha Ozturk a ku eqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê ku 10 sal e windaye pirsî, got ku ev çend hefteyên windayan deribas bûn, kujerên hevjînê min û yên windayên din diyar in lê nayên darizandin. 
 
Di salên 1990’î de 17 hezar mirovên ku hatin windakirin hîna eqûbeta wan ne diyar e û kesên ku rewşa wan diyar bû jî ji ber ku darizandineke bi rêk û pêk nehat kirin kujerên wan hatin berdan.  Yek ji van kujerên ku bi xwe îtiraf kir û got tevli kuştina 4 kesan bûye, polis Ayhan çarkin dema ku hat girtin û sewkî dadgehê kirin tiştê ku pêk anîbû bi van gotinan îtîraf dikir: “Bila herkes ji bo edalet pêk bê alîkar be. Wê hemû dosya bên vekirin û wê rastî derkevin holê. Bila herkes serlêdanê bike. Ez herkesi li cem xwe dixwazim.” Li gel vê îtîrafê jî hikûmetê bi hinceta ‘delîl kêm in’ Ayhan Çarkin serbest berda.
 
Xizmên windayan yên ku xwestin eqûbeta xizmên xwe bipirsin berî bi salan hatin gel hev û çalakiya “Xizmên  Windayan” dan destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin ji alyê deste ve bi her cure astengî re rûbirû hat. Lê malbatan li dijî hemû astengiyan gav paşve navêtin.
 
Lahiya Ozturk jî yek ji van xizmên windayan e ku têkoşînê dide…
 
Lahiya Ozturk ku yek ji van malbatên têkoşer e û eqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk yê ku 10 sal e winda ye dipirse. Hevjînê Lahiyayê di sala 1994’an de di encama oparasyona leşkerên komando ku li bejahiya Pasûra Amedê kirin hatiye windakirin. Vasif Ozturk ê ku wê deme li gunê Cumhur ê Pasûrê bû , bi  Cembelî Tuncer û  Efendî Şen re tê binçavkirin û şevekê li dibistana gund tên girtin. Di sere sibehê de Cembelî û Efendî tên berdan, li gorî agahiyên ku kesên bûn şahidên bûyerê dan  Vasif Ozturk dest, ling û çavên wî tên girêdan û li helîkopterekê dikin ji gund dibin.  Vasıf Öztürk, Cembeli 
 
 ‘Em çûn ku gotin me nedîtiye’
Lahiyeyê diyar kir ku wê deme cendirmeyan bi ser gundê wan de girtine 3 gund şewitandine û piştre jî hevjînê wê Vasif Şen, bixaltiyê wî Cembelî Tuncer û biraziyê wî Efendî Şen binçav kirine. Lahiyeyê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hevjînê min bi helîkopterê birin navenda Pasûrê û careke din me agahî jê nesitend.  Di serî de qereqola cendirmeyan a Licê me serî lig elek cihan da lê gotin me nedîtiye.  Em 6 mehan li bende man lê nehat. Me dîsa dest bi lêgerînê kir lê me nedît.”
 
‘Heta ku em sax bin em ê dest ji vê dozê bernedin’
 
Layîhayê, got ku wê deme wan serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û DGM’ê dane lê tu encam bi dest nexistine. Lahiyayê diyar kir ku ji ber li Pasûrê bûye û zaroka wê biçûk bûye di serî de tevli çalakiyê nebûye lê piştre bar kirine Amedê.  Lahiyeyê anî ziman ku nêzî 10 salan e tevli çalakiyan dibe û wiha berdewam kir: “Dema ku me çalaki dikir em bi gelek zahmetiyan re rûbirû diman.  Çend salan bi hinceta OHAL heye detûrê nadin em çalakiya xwe li derve bikin.  Me demek dirêj çalakiya xwe li cihên girtî pêk anî.  Heta roja îro em çawa ji bo xizmên xwe têkoşiyane em ê ji îro û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi salan e em eqûbeta xizmên xwe dipirsin lê dewlet tu bersîvê nade me. Sedem jî ji ber ku dewletê bi xwe kiriye nikare bersîveke şênber bide me. Heta kujer bên darizandin wê têkoşîna me bidome.”