ROJEVA 25 ’ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 25 Gulan 2020
  • Rojev
* Pervîna astendar li dijî astengiyan têkoşîneke bê hempa da û komeleya astendaran vekir, di qada basketbolê de xelat girt û ji bo astengdaran bû hêvî. Pervînê got: "Ez jin im, ez dikarim li dijî astengiyan serî rakim û bi ser kevim." DÎMEN HEYE
 
*Endama Platforma Jinan ya Edeneyê Pelîn Çîçek, diyar kir ku qanûna efûkirina tecawizkaran nayê qebûlkirin û got: "Dixwazin bi rêya zewicandinê tecawizkaran efû bikin. Lê em rê nadin ku zarok bibin qurbana qanûnên AKP'ê." DÎMEN HEYE
 
*Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê derbarê şewata zeviyan de û kiryarên dewleta tirk ser herêmên wan nerazîbûnên xwe nîşandan û gotin: “Heya niha nêzî 200 darên zeytûnan, 200 darên daristanê û 6 hektar erd ji aliyê tirkiyê ve hatine şewtandin. Lê lê israra me ya berxwedanê û domandina jiyanê li hember wan her zindiye.” DÎMEN HEYE
 
*300  pezê aîdê 10 malbatên ji gundê Um El-Xêrê ji hêla çeteyan ve hat dizîn. Jinên li vî gundî dijîn dema ji çetayan pezê xwe xwestin gule bi ser wan de hatin barandin û heqaret li wan kirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne alîkariya hev dikin û gotin: "Li hemberî zilm û zehmetiyan hezkirin û alîkariya di navbera gelên Efrînê de kêm nebû. Bi hev re xebitin û bi hev re têkoşîna jiyanê dan." DÎMEN HEYE
 
*Bi  hatina demsala biharê re jinan berê xwe dan çiyayên herî bilind. Jinên ku bi zehmetiyên herî mezin giyayên herî bi tam û derman kom dikin gotin:" Em diçîn çiyayên herî bilind giya kom dikin. Çûyîna van çiyayan hem talûke ye û hem jî zahmet e. Ji ber ku dibe ku hûn di heman wextê de ji kendalekî de bikevin û bimrin." DÎMEN HEYE
 
*Endazyariya Ziraetê Buşra Karataş anî ziman ku şewba korona li ser cotkariyê qeyranek pêk anî û divê ji bo başbûna rewşa çandiniyê hikûmet piştgiriyê bide cotkaran û bi wî awayî projeyan pêş bixe.
 
*Layîha Ozturk a ku eqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê ku 10 sal e windaye pirsî, got ku ev çend hefteyên windayan deribas bûn, kujerên hevjînê min û yên windayên din diyar in lê nayên darizandin.