HDK û DÎK: Bila cejn bibe wesîleya azadî û edaletê

  • 14:20 24 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya Cejna Remezanê Meclîsa Baweriyan a Gelan a HDK'ê û  Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî cejn pîroz kirin û gotin bila ev cejn bibe wesîleya azadî û edaletê.
 
Bi minasebeta Cejna Remezanê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Meclîsa Baweriyan a Gelan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) daxuyaniyek nivîki weşandin. 
 
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Hevberdevka KÎD'ê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, peyamek weşand û xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, azadî, vejîn û raperîna mirovahiyê. Huda diyar kir ku di serî de alema îslamê û hemû gelên cîhanê her roj bêtir hesret û bêrîkirina wan a azadî, aştî, aramî edalet û demokrasiyê zêde dibe. Huda da zanîn ku hemû kesên di ferqa heqîqetê de ye, her ku diçe bêrîkirina wan a mirovahiyê zêde dibe û wiha got: "Kengî li ser ruyê erdê mirovahî, edalet û wekhevî pêş ket wê demê emê karibin şahidê edaletê bin. Em bi heviya ku ev cejn bibe wesîleya hemû gelê musulman û mirovahiyê ya raperîn, vejîn, azadî û edaletê cejna we tevan pîroz dikin." 
 
Meclîsa Bawerî û Gelan a HDK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dê aştî, edalet û wekheviyê bi hev re ava bikin û got: "Herî zêde niha pêdiviya gelan ji aştî, aramî û edaletê heye û xwest her kes destên xwe bidin hev û bi hevre ji bo edalet, aştî û aramiyê têbikoşin."