‘Em girtina sîyasetmendar û jinan şermezar dikin’

  • 13:46 24 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren-Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên siyasetmedar bertek nîşanî girtina jinên ku bi operasyona navenda wê Amed di 22’yê Gulanê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin dan û gotin: “Hikumet hertim êrişên taybet li ser rêxistinên kurdan û jinan dide meşandin. Lê ew me baş nas dikin, em tucarî paşde gav navêjin. Çiqas em werin girtin û qetilkirin jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
 Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 22’yê Gulanê de operasyoneke naveda wê Amed hatibû destpêkirin. Di encama vê operasyonê de polîsan bi ser malên sîyasetmendaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê de de girtin. Bi serdegirtinên malan ku hatin kirin re 18 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin Piştî îfadeya  wan li Emniyeta Amedê  hat girtin, sewkî dadgehê kirin . Ji wan 5 kes bi şertê kotrola edlî hatin berdan û  dadgeha Cezayê Sulhê jî derbarê Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran de biryara hepsa malê da. Herwiha dadgehê derbarê 12 siyasetmendarên din de jî hatin girtin. Jinên siyasetmedar ku bertek nîşanî girtinan dan diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan bidime.
 
‘Îqtidar dixwaze civakek kole biafirîne’
 
Hevseroka HDP’ê ya bajarê Rihayê Emîne Çetîner di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya niha û wiha got: “Di demên dawî de di rojeva hemû cîhanê de pandemî  ango ji bo pandemiyê wê çawan bigihên çareseriyê heye. Lê Tirkiye şewba koronoyê ji xwe re vegerand fersendê. Ji bo  pêşgirtina li belavbûna şewbê qedexeya derketina derve derxit. Lê mixabin di rêza yekem de ne tenedirustiya gel cardin dijminahiya kurdan hebû. Qayum tayînî şaredariyan kirin, di qanûna înfazê de ne wekhevî pêkanîn û bi taybet girtiyên sîsasî ji dervey paketê hêştin.  Êrîşî goristanan kirin, cenazeyê zarokên me bi kargoyê şandin û dayik êşandin. Îqtidara AKP û MHP’ê ya ku xwe ji van êrişên qirêj yên li ser kurdan xwedî dike bi girtinan dixwazin gel terbiye bikin. Dibêjin yan hunê deshilatdariya me qebûl bikin yan jî hunê werin girtin. Bi vî rengî ji civakek kole diafirînin.”
 
‘Wê kesek nikaribe rêxistina me xira bike’
 
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina 12 çalekvanên jin û wiha got“Hikumetê di saettên sibehê de êrişî malên 18 hevalên me kirin. Ev êriş bi taybet jî li ser endamên Komeleya Jinan a Rosayê û çalekvanên jin pêkhat. Şevê din darazandina 12 hevalên me hat erêkirin. Ev êrişek bi zanabûn û polîtîk e. Lewra ji ber ku ew bi pey doza Gulîstan doku ketin û wan got Gulîstan Doku li kuderê ye hatin girtin. Dema em li hinceta binçavkirinê temaşe bikin em ê feraseta îktidara AKP’ê û MHP’ê jî bibîn. Dixwazin di ser jinan re netewekî  tune bikin û bê rumet bikin. Ger ku jin deng bide wê deshilatdarî nemîne, ger jin rabe wê hikumet bi hişmendiya mêr re xwe li ser lingan nehêle. Ji bo dengê jinê û hêza wê têk bibin serî li van riyan didin. Narîn Gezgor yek ji wan hevalên me ye ku bi salan ji bo jinên bi tundiyê re rûbir3u tên û tên qetilkirin têkoşînê dide ye. Di komeleya Rosayê de wê ev xebata ku xwe gihand lutkeyê.  Em weke jin em ê hertim li ser xeta xwe bin û xwe biparêzin. Wê kesek nikaribe bi darbeyên wiha re rêxistina me têk bibe.”
 
‘Êrişên li ser jinan hertim bi heman şeklî berdewam dikin’
 
Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlîer jî da zanîn ku li herêma kurdan hertim êrişek eşekere li ser deskeftiyên kurdan tê meşadin û wiha axivî: “Bi OHAL’ê re yekem car êriş li ser komeleyên jinan hat kirin. Piştî van êrişn Komeleya Rosayê yekemîn komeleya ku mafê jinan diparêze bi awayek fermî dest bi çalekiyan kir. Lê ev êrişên li ser jinan bê navber berdewam dikin. Di van rojan di jimarek zêde hevalên me hatin girtin û binçavkirin. Ji xwe hinceta girtina wan ji ew bu ku ew xwedî li jinekê derketine. Li hincet û feraseta hikumetê temaşe  bikin. Dad û demokrasî ma li kuderê. Di seetên siharê de deriyê komeleyê hat şikandin û lêgerîn hat kirin. Bi wan lêgerînan re jî dest danîn ser gelek belgeyên me. Hikumeta tirk ku xwe bi êrişên li ser jinan rewa dike, dixwaze bi vî rengî polîtîkayên xwe yên qirêj meşru bike. Lê çiqas girtin û gef pêk werin jî wê jin  xwe rêxistin bikin û dev ji vê dozê bernedin.”
 
 ‘Di vê riyê de jinek ji bimîne wê têbikoşe’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Surê Hatun Yildiz jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên bi taybet li ser jinan tên meşandin û wiha got: “Ev demek dirêje îqtidara AKP’ê li ser Gelê Kurd û bi taybet jÎ li ser deskeftiyên jinan êrişên mezin dide pêkanînîn. Em di sibeha roja cejnê de ji bi xeberek xerab re şiyar bûn. 12 hevalên me bi hinceta ku gotine Gulîstan Doku li kuderê ye hatin girtin. Çiqas bi dijminahiyek wiha şermezar re rû bi ru mayîn cihê xembariyê be ji yên ku van nêzîkatiyan pêkêş dikin me nas dikin. Ev  bi hezaran salane me serî li hemberî van êrişan ne tewandiye û em ê tucarî netewînin. Di vê riyê de tenê jinek ji bimîne wê têkoşîna xwe bide. Bijî têkoşîna jinê.”
 
‘Dawiya têkoşîna me nayê’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Xelfetiyê Fatma Korkmaz jî da zanîn ku hikumeta tirk ji hêza jinan ditirse û wiha got: “Bi hezaran jinên sîyasetmendar û kurd di girtîgehê de ne. Jinên ku li hemberî bê mafî, zilim û newekheviyê serî rakirine hemû girtin. Îkdira nikare serdestiya xwe bide ferzkirin bi vî rengî xwe li ser lingan digire. Lê çiqas bi awayek fîzîkî me xistibin nav dîwarên girtîgehan jî dibînin ku dawiya me nayê. Di girtîgehan de ji derve û li her qadê emê  têkoşîna xwe mezin bikin. Heta yek ji me jî bimîne wê têkoşîna me bidome.”