Peyama cejnê ya MED TUHAD-FED: Girtî di bin rîskê de ne

  • 13:30 24 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - MED TUHAD-FED, bi minasebeta Cejna Remezanê bal kişand ser rewşa girtîgehan û ji rayedaran xwest ku dawî li bê hiqûqiyê bînin. 
 
Federasyona Komeleyên Piştevanî û Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û bal kişand ser rewşa girtîgehan. 
 
MED TUHAD-FED'ê cejna hemû girtiyan pîroz kir û xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya aramî, aştî û lihevhatina civakî û wiha got: "Di serî le li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Îro bi hinceta Vîrûsê bi hezaran girtî di bin rîskê de girtî ne. Vê cejnê di bin rîsa mezin û tecrîdê de derbas dikin. Di serî de li girtîgeha Îmralî li hemû girtîgehan binpêkirinê zêde hene. Em dixwazin ev bê hiqûqî ji holê rabe. Em dixwazin mafê girtiyan ê hevdîtin, telefonê neyê astengkirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe pêk bîne û dawî li vê bê hiqûqiyê bîne."