Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
- 12:50 24 Gulan 2020
- Rojane
ENQERE - Bi minasebeta Cejna Remezanê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyamek weşand cejna hemû alema îslamê pîroz kir.
Bi minasebeta Cejna Remezanê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyamek weşandin. Di peyama xwe de Cejna Remezanê pîroz kirin.
Di peyama xwe de wiha gotin: "HDP ji bo azadiya her kesî, her baweriyê, ji bo pêkhatina aştî û aramiyê têdikoşe. Daxwaz û hêviya me ew e ku ev têkoşîn têkiliya xwişk û biratiyê ya gelên me xurt bike. Bi bîr û baweriya xurtkirina têkoşîna aştî, demokrasî û wekheviyê em cejna Remezanê li gelên xwe hemûyan pîroz dikin."