Zarokên Mexmûrê bi komkirina şekrokan cejnê pîroz dikin
- 10:23 24 Gulan 2020
- Rojane
MEXMÛR - Zarokên Wargeha Penaberan a Mexmûrê cejna xwe di bin siya ambargoyê de pîroz kirin û mal bi mal geriyon û ji xwe şekirokên cejnê kom kirin.
Di Rojên cejnê de herî zêde zarok dilşad dibin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) zarok li gel amborgaya heyî bi keyfxweşî derketin kolanan û mal bi mal geriyan û şekirokên xwe kom kirin.
Zaroka bi navê Şîlan Bulut wiha kêyfxweşiya xwe anî ziman: “Beriya cejnê em diçin sûkê û ji xwe re cilên cejnê dikirin û roja cejnê li xwe dikir. Lê vê cejnê wisa nebû lê em dîsa bi hevalên xwe mal bi mal digerin."
Zaroka bi navê Hêvî Ûren jî wiha axivî: “Ez di serî de cejna hemû zarokan pîroz dikim. Di roja cejnê de bi hevalên xwe re diçin gerê û cejna hev pîroz dikin. Em diçin ji xwe re şekrokan kom bikin.”