Rojavayî çûn serdana goristanên pakrewanên xwe

  • 10:21 24 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Remezanê li seranserî Rojavayê Kurdistanê serdana goristana pakrewanan pêk hat. 
 
Wek çandek her sal li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja cejnê, yekem serlêdana goristana pakrewanan tê kirin. Bi boneya Cejna Remezanê li bajarê Qamişlo, Kobanê, Şehba, Heleb û Til Temirê siharê zû malbat çûn serdana goristana pakrewanan. 
 
Li Qamişloyê serdana goristanan 
 
Her sal di Cejna Remezanê de malbat diçin serdana goristanan û cejna wan pîroz dikin. Îro jî serê siharê zû bi sedan şênî û malbatên pakrewanan çûn serdana goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê kirin û cejna pakrewanan pîroz kirin. Her wiha li goristanê şekir li zarokan hat belav kirin.
 
Şêniyên Kobanê çûn ser gorên pakrewanên xwe 
 
Şêniyên Kantona Kobanê bi boneya Cejna Remezanê di roja yekemîn ya cejinê de ku weke çandekê ye, di serî siharê de çûn ser gorên pakrewanên xwe. Şêniyan serdana goristana Şehîd Dicle û goristana şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê kirin, şekir û kulîçe li hev belav kirin.
 
Li Helebê serdana goristana pakrewanan hat kirin
 
Bi hatina Cejina Remezanê bi dehan malbatên pakrewanan çû ser goristana berxwedana taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin des pê kir. Paşê li ser Meclîsa giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo cejna hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û diyar kir ku ew carek din soza şopandina rêya pakrewanan nû dikin û ji ber ên ku reya wan ronî dike pakrewanên wan e. Paşê gel serdana gorên pakrewanan kirin.
 
Gelê Efrîn û Şehbayê cejna pakrewanan hat pîroz kirin
 
Bi boneya Cejna Remezanê gelê Efrîn û Şehbayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pêkhateyên ereb serdana goristana berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê û goristana komkujiya Til Rifetê ya navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê li ser nave Meclîsa Malbatên Şehîdan Şeziya Ibrahîm Cejna Remezanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û Şeziya teqez kir ku cejina herî mezin ji bo wan vegera Efrînê ye.
 
Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman jî Cejna Remezanê malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ew hêvî û baweriya xwe pakrewanên xwe digirin.
 
'Dê israr û berxwedan mezin bibe'
 
Paşê li ser nave Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Avdar Dilxwaz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şehîd nirxên herî pîroz di dîroka gelan de ye, tu welat bê xwîna şehîdan nehatiye ava kirin û parastin. Şehîd ewin ku pêşeroja gelan ronî dikin. Di demek wiha ye ku tevahî cîhan di rewşek awartê de derbas dibe, ji bo parastina ji vîrûsa Korona. Ji aliyê neteweyên yekbûyî ve bang hat kirin ku şer li hemû cîhanê were sekinandin, lê dewleta tirk û çeteyên wê hemû nirxên mirovî û civakî bin pê dikin û rojane bi topan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û dibe sedema gelek komkujiyan mîna komkujiya Til Rifet, Aqîbê û Şeladizê. 
 
Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê cejina Remezanê li Rêber Apo, hemû girtiyên zindanê, li mirovahiyê, hevjinên şehîdan, xebatkar û şervanên azadiyê pîroz dikin. Em soz didin em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin heya ku xwîn di laşê me de diherike. Çiqas dijmin kîn û nefretên xwe li hember goristana şehîdan kurtir bike, ewqas vîn, israr û berxwedana me wê mezintir bibe. Erdogan li gorî hevpeymanên navnetewî weke kujerê şer bê dadgehkirin û zextekê li ser dewleta tirk bê kirin ku çeteyên xwe ji Efrînê vekişîne û gelê Efrînê vegerîn ser axa xwe."
 
Daxuyanî bi berzkirina dilsoziya pakrewanan re bi dawî bû.