Hat îxrackirin lê dest ji têkoşînê berneda

  • 09:10 24 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Selda Arcan a ku di sala 2016’de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hat îxrackirin, dest ji têkoşîna xwe berneda. Seldaya ku bi firotina simîtan debara xwe dike got: Li gel gelek zahmetiyan min hewl da û ji bo xwe kargehek vekir. Bila jin dest ji xeyalên xwe bernedin.”
 
Gelek kedkarên cemaweriyê di sala 2016’an de ya bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) yan an bi hinceta  ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî ji karên xwe hatin îxracikirin. Kedkarên ku ji karê xwe hatin îxracikirin bi pirsgirêkên aborî re rûbirû man û ketin pey karekî nû ku pê debara xwe bikin. Ev kedkar ji bo ku debara xwe bikin ji bazarvaniyê bigirin di gelek karan de xebitîn. Ji van kedkaran yek jê jî Selda Arcan (30) a li Amedê dimîne ye. Seldayê ji bo ku debara xwe bike dest ji têkoşînê berneda û li kolanan simît firotin.  Selda ku bi firotina simîtan têkoşîna xwe ya jiyanê berdewm kir, ji bo xwe kargehek vekir. Seldayê sedema îxrackirina xwe û têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê ji ajansa me re vegot. 
 
Hat îrxrackirin û dest bi firotina simîtan kir
 
Seldayê diyar kir ku ew di sala 2013’an de wekî karmend tayînî Wargeha Gihandina Keçan a Sabanci ya li Erzîncanê hatiye kirin û hata 2016’an ev karê xwe berdewam kiriye. Selda ji bererparvekirinên xwe yên sala 2015’an ên li ser medya civakî ku derbarê bûyerên li Cizîrê de parvekirin hat îxracikrin û vegeriya Amedê.   Selda ya ku ji bo debara xwe bike karek nedît dest bi forotina simîtan dike.
 
Selda ya ku ji bo debara xwe bike li kuçe û kolanên Amedê simît fiortin wiha bahsa xwe kir: “Pitî hatim îxracikirin ez vegeriyam Amedê. Demek dirêj betal mam. Kesekî kar neda min. Ji ber jinbûna min kesekî kar neda min. Ji ber vê min li Batikenta Amedê dest bi seyarfiroşiyê kir û min simît firotin.  Heta salekê min firotina simîtan berdewam kir. Zahmetiyên seyarfiroşiyê gelek bûn. Bi taybetî di demsala zivistanê de min gelek zahmetî dikişand. Gelk sar bû  û li ber sermaye min simît difirotin.” 
 
‘Bila jin dest ji têkoşînê bernedin’
 
Selda piştî ji dozeke xwe perat dike careke din tê tayînkirin û vê carê li Muduryeta Bajêr ya Erzînganê dest bi kar dike. Selda vê carê jî tenê 15 rojan dixebite û bi hinceta ku ji dozeke din salek û 3 meh ceza lê hatiye birin dîsa tê îxracikirin. Selda dîsa vedigere Amedê û firotina xwe ya simîtan berdewam dike. Selda herî dawî ji ber zahmetiyên seyar firoşiyê ji bo xwe dukaneke biçûk a simîtan vedike û lê firotina xwe berdewam dike. Seldayê wiha got: “Divê mirov bi têkoşîna xwe li ser piyan bimîne. Herkes zahmetiyan dijî. Lê em jin bêhtir pirsgirêkan dijîn. Lê çi dibe bila bibe divê jin dest ji têkoşînê bernedin. Teqez wê kesên ku pitgiriyê bidin wan û vê têkoşîna wan bibinin hebin. Bila herdem erênî li jiyanê binêrin.”
 
‘Ez ji ber fikren xwe hatim îxrackirin’ 
 
Seldayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li Erzîncanê jî bi nêzîkatiyên nijadperest re rûbirû maye, ji ber fikren xwe hatiye îxrackirn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parvekirinên ku min kiribû ne sûc bûn û li gorî qanûnê jî ne sûc bûn. Dİvê jin ji kesên moralê wan têk dibin dûr biçin. Bila bi kesên ku moral didin wan û wan motive dikin re têkiliyê daynin. Piştî ku hatim îxracikirin ez têgihîştim ku divê ez bêhtir têkoşer bim.  Ez bi gelek zahmetiyan re rûbirû hatim û herî dawî min ji bo xwe kargehek vekir. Bila jin dest ji xeyalên xwe bernedin. Bi taybetî dixwazim hevalên jin bên, çayê li kargeha min vexun ku bi wan re sohbetê bikim.”