‘Ji têkoşîna hevalên me didin ditirsin’

  • 09:08 24 Gulan 2020
  • Rojane
ENQER -Jinên ku bertek nîşanî operasyona li hemberî Komeleya Rosayê û binçavkirina aktîvîstên TJA’yê dan, diyar kirin ku ew ê hînî zilmê nebin û vê pergalê qebûl nekin. Jinan anî ziman ku ew normalîzekirina binçavkirina jinan û pergala ku vê normal dibine napejirînin.
 
Berî bi du rojan di saetên sibehê de navenda wê Amed, operasyona siyasî pêk hat û di nav de endama Komeleya Jinan a Rosayê ya navçeya Karakopru ya Rihayê, Narîn Gezgor, li Amedê jî endama Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata, Seroka Komelaya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endamên MYK’a HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevsroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Şîrîn Zeren û Sevîm Coşkun jî tê de gelek aktîvîsên TJA’yê û siyasetmedar hatin binçavkirin. 
 
Li gel bertekên li dijî binçavkirina jinan ku zêde dibin, jinan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bi biryartir berdewam bikin.
 
‘Ji têkoşîna hevalêm me yên jin didin ditirsin’
 
Ji jinên Anarşîst Zeynep Tan diyar kir ku dewlet ji tirsa nava xwe êrîş dike, dest nade tiştên wê tehdit nakin û got: “Di demên dawîn de li erdnîgariya ku em li ser dijîn jin roj bi roj têkoşîna xwe zêde dikin. Li dijî êrîşên dewletê yên li ser jiyana me jin li eywanên dadgehan, li kolanani, li cihên kar û di jiyana xwe ya rojane de li hember van êrîşan xwe bi rêxistin dikin û xetên têkoşînê ava dikin.  Dewleta jî bi êrîşan bersîvê dide vê têkoşîna me. Armanca operasyona li Amedê jî ew e. Dewlet dixwaze jinên ku ji têkoşîna xwe tawîzê nadin biçewisîne.  Dewlet ji têkoşîna hevalêm me yên jin ku li Amedê didin meşandin ditirse û ji ber vê êrîş dike.” 
 
‘Ger ku yek ji me jî girtî be em me azad in’
 
Zeynebê diyar kir ku têkoşîna jinan encamê dide, dewlet ji vê têkoşînê pir ditirse û wiha berdewam kir: “Heta duh me çi dikir divê em karê xwe berdewam bikin û gotina xwe bibêjin. Li dijî êrîşên dewletê  em çiqas têkoşer bin em ê ewqas bi ser kevin û bi dewletê gavê paşve bidin avêtin.  Ne operasyon û ne jî girtinan heta niha bi me gav paşve nedaye avêtin. Hevalên me yên li Amedê jî wê bi wê sekna ku paşve gavê navêjin têkoşînê mezintir bikin.  Em wekî jinên anarşît dibêjin ku yek ji me jî girtî be em hemû ne azad in.
Platforma jinan a Enqerê: Em bi hêrs in 
 
Ji Pilatforma jinan a Enqereyê Nevîn Kizil Oz jî bal kişand ser êrîşa polîsan a li hember Komelya Jinan a Rojsayê û wiha got: “Van binçavkirinan êrîşên dema OHAL’ê yên li ser rêxistinên jinan bi bîra me xistin.  Em bi hêrs û bi gûman in.  Em dixwazin ku hevalên me yên bi awayekî ne heq hatine binçavkirin demildest bên berdan.  Em ji ber rewşa koronayê nikarin derkevin derve lê em dixwazin ku hemû jin li ser medyaya civakî bertek nîşanî vê pêkanînê bidin.  Ev tundî me bêzar nake û ji têkoşîna me dûr naxe.  Ev tundî zêdetir me ber bi têkoşînê ve dibe. Wê tundî me bêzar neke.”
 
‘Em hînî zilmê nabin’
 
Ji Komeleya Demîr Leblebî Sevda Somuncuoglu jî diyar kir ku bi binçavkirina jinan re serhildana wan mezintir bûye û ev tişt got: “Di rojên ku êrîşa zayendî ya li hember zarokan û qanûna efûyê di rojevê de ye, vê operasyona ku jin kirin hedefa xwe em matmayî hiştin.  Lê em hînî vê zilmê nabin. Çi dema ku jin denge xwe bilind dikin îktîdar jî êrîş dike. Jin wê bi hêza jinê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Hevseroka Malên Gel: Em vê pergalê qebûl nakin
 
Hevseroka Malên Gel Dîlşat Aktaş jî bi bîr xist ku hemû sazî û nûnerên saziyên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin her dem di hedefa pergala ku serweriya wê mêr dikin û ya dewletê de ne û got: “ Ev êrîş li dijî mafê jinê yê jiyanê ne. Me di serdeam pandemiyê de dît ku  tundiya mêr di nav malê de bi deste îktîdara mêr tê birêxistinkirin. Lê li dijî vê tundiyê em ê jin  dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe ya wekheviyê berdewam bikin. Ez di baweriya ku em ê vê tundiyê bi piştevaniya jinan têk bin de me. Em hînî zilmê nebin û vê pergalê qebûl nekin. Jinan anî ziman ku ew normalîzekirina binçavkirina jinan û pergala ku vê normal dibine napejirînin.”