Melek Hisên: Bi derfetên kêm me hewl da ku gelê xwe biparêzin

  • 09:01 24 Gulan 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Şarerdariyên gel a herêma Efrînê Kantona Şehbayê Melek Hisên, derbarê berdewamiya tedbîran ji bo vîrûsa koronayê wiha dibêje: "Derfetên me yên kêm nebûn asteng li hember parastina gelê me, tedbîrên parastina ji vîrûsa koronayê berdewam in."
 
Vîrûsa koronayê li tevahî cîhanê belav bû, hemû cîhan niha di nava metirsiya koronayê  de ye. Parastina gelê herêma Efrînê jî ji vîrûsê bû erkekî sereke ya Şeredariyên Gel. Şeredariyên Gel li gor derfetên heyî gelek biryar û tedbîr girtin, heya niha jî didome. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Şaredariyên gel a Herêma Efrînê Melek Hisên ji ajanasa me re axivî. 
 
Melek bal kişand ser destpêka tedbîran ku li hember koronayê hatin girtin û wiha got: "Ji bo parastina gel ji vîrûsê tedbîrên me hîn berdewam in. Rêveberiya Xweser li Herêma Efrînê ji bo ku civakê ji vîrûsa koronayê biparêze, qedexeya derketina li dervê îlan kir, gel li gor biryaran di malên xwe de man. Endamên Şaredariyên gel ji bo parastina civakê tevgeriyan. Di hemû aliyan de xizmeta gel, paqijkirina gund û navçeyan kirin û tiştên paqijiyê bi awayekê heftana li mirovên civakê belavkirin. Di heman demê de Rêveberiya Xweser li Herêma Efrînê Şaneya Krîzê ji bo rê girtina pêşiya vîrûsê avakirin û xistin tevgerê de. Piştre bernameyek ji endamên Şaredariyan re erke xwe bicih bikin hat çêkirin û şandin."
 
'Li gorî kêm derfeten dîsa jî gel hat parastin'
 
Melek diyar kir ku li gorî derfetên kêm gel hatiye parastin û wiha pê de çû: "Vîrûsa koronayê  tevliheviyek pir mezin li cîhanê çêkir lê me jî bi derfetên xwe yên kêm parastina civaka xwe kir û ev yek nebû asteng ku ku em gelê xwe biparêzin. Rojane tedbîr ji bo gel tên girtin û hîn jî ev tedbîr berdewam in. Li kantona Şehbayê, me bernameyek ji hemû endamên Şaredariyan re rêkir, da ku li ser xalên ku hatine diyarkirin tevbigerin. Di pêvajoya dermankirina Şehbayê de, belavkirina dermanan  me xebatekî  pîroz da meşandin. Ji bo kampên koçberan rojane madeya paqijiyê mîna klorê tê belavkirin. Pêvajoya xweparastinê jî ji aliya gel ve bandoriyek wê ya erênî hebû. Di pêvajoya qedexekirina derketinê de buhabûna kelûpelên jiyanî hate jiyîn û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê komîteya kontrolkirina nirxên kelûpelan hate avakirin.  Şaredariya Gel û endamên şaredariyê kedeke mezin dan." 
 
'Ji bo gel em ê her di nava tevgerê de bin'
 
Di dawiya nirxandina xwe de Melek wiha axivî: "Di vê dema rakirina berhemên zeviyan de  gelek metirsiyên şewatê ser erde cotkaran heye.  Li hember vê metirsiyê  gelek tedibîr hatin girtin, tîmên me yên agirkujê di amadekariyê de ne. Şaredariya gel di nav tevgereke herî mezin de ye ji bo parastina civakê."