Darên zeytûnan a Efrînê tên şewitandin
- 18:37 21 Gulan 2020
- Rojane
EFRÎN - Darên zeytûnan a gundê Kimarê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê hatin şewitandin. Hat diyar kirin ku agir gihaştiye malên gundiyên Soxan û Aqibê.
Piştî dagirkirina bajarê Efrînê, her roj li Efrînê bûyerên wekî talan, dizî û revandina mirovan pêk tê. Çete îro darên zeytûnan a li gundê Kimarê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê şewitandin.
Li gorî agahiyên dawiyê agir gihaştiye mala gundiyên Soxanekê û Aqibê ya girêdayî Şêrewa.
Her wiha hat diyar kirin ku mayinên hikûmeta Sûriye ji bo çeteyên DAIŞ'ê çandibûn di wê agirê de teqiyan e.