Li Mexmûrê 9’emîn Mihrîcana Bêrîtan dest pê kir

  • 12:13 24 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn Mihrîcana Bêrîtan ku her du sala carekê di pêşengtiya Meclîsa Îştar de tê li darxistin îro bi pêşengehekê hunerî dest pê kir.
 
Her du sal carekê ji bo bîranîn Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan ya ku di 1992’yan de li hemberî xeta xiyanetê ya Malbata Barzanî PDK'ê çalakiya fedayî pêkanî, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mihrîcana çand û hunerê tê li darxistin. Îro jî bi boneya 32’yemîn salvegerê de 9’emîn Mihrîcana Şehîd Bêrîtan bi pêşengehekî hunerî dest pê kir û wê sê roja bi dome.
 
Pêşengeh li parka 4’ê Nîsanê bi amade bûna gel û xwendevanên wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên doza azadiyê hat vekirin. Di vekirina pêşengehê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Nerexî axivî.
 
Qîmet, di destpêka axaftina xwe de Bêrîtan û hemû pakrewanên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em 9’emîn mihrîcan Şehîd Bêrîtan diyarî Rêber Apo yê ku ji bo gelên bindest bûyî hêvî dikin. Di rojek wisa bi nirx de hestên xwe anîn ser ziman gelek bi wateye û zehmete. Bi têkoşîna gelê Kurd piştî demek dirêj hevdîtin bi Rêbertî re hat pêkanîn, ev hevdîtin di encama têkoşîna gelê Kurd û dostên Kurdan de pêk hat. 
 
Pênase kirina şehîd Bêrîtan gelek zehmet e. Heval Bêrîtan di demek kin de xeta Rêbertî fam kir û ji jina Kurd re pêşengtî kir. Emê wek jin heta dawî şopdarê rêheval Bêrîtan bin. Heval Bêrîtan bersiva herî xurt da xeta xiyanetî ku heta niha jî dest ji kiryarên xwe ber nedaye. Bi vîn, hêz û hebûna xwe li hemberî xeta xiyanetê heyîna jina têkoşer da diyar kirin.”
 
Piştî axaftina Qîmet Nerexî gel û xwendevanan berê xwe dan pêşengeha hunerî ya ku di nava parkê de  hatî raxistin. Pêşengehê bi kel û pelên Kurdewarî yên jiyana Gelê Kurd ve dibêje hatibû xemilandin. Her wiha di nava pêşengehê de dayikan stran gotin û nan çêkirin.
 
Hêjayî gotinê wê heta sibê pêşengeh ji bo dîtina gelê wargehê vekirî be.