Darên zeytûnan a Efrînê tên şewitandin 2020-05-21 18:37:41       EFRÎN - Darên zeytûnan a gundê Kimarê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê hatin şewitandin. Hat diyar kirin ku agir gihaştiye malên gundiyên Soxan û Aqibê.   Piştî dagirkirina bajarê Efrînê, her roj li Efrînê bûyerên wekî talan, dizî û revandina mirovan pêk tê. Çete îro darên zeytûnan a li gundê Kimarê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê şewitandin.   Li gorî agahiyên dawiyê agir gihaştiye mala gundiyên Soxanekê û Aqibê ya girêdayî Şêrewa.   Her wiha hat diyar kirin ku mayinên hikûmeta Sûriye ji bo çeteyên DAIŞ'ê çandibûn di wê agirê de teqiyan e.