Li Şengalê berteka li dijî êrişan: Em ê serî netewînin

  • 12:16 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengaliyên li dijî êrişên dewleta Tirk ku di encamê de jinek li Şengalê birîndar bû daxuyanî dan, bang li her kesê kirin ku li dijî êrişan bibin yek deng
 
 Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk şevê din di saet derdora 23:30’an de li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê çend malên welatiyan bombebarankirin. Di encama êrişan de jina bi navê Întisar Xwedêda Elî Mirad  birîndar bû. Her wiha îro jî dewleta Tirk êrişî Şengalê kir. Meclisa gel ya Dîgurê li cihê ku êriş lê pêk daxuyanî da.
 
Beriya daxuyanî bê dayîn jina birîndar Întisar Xwedêda tevî rewşa xwe ya birîndariyê axivî û wiha got: “Şevê din set 11’an de balafirên Tirkiyê êrişî min û zarokên min kirin. Tenê ev mala min heye. Tenê daxwaza me ew e ku ev balafir ji ser me biçin. Çi bikin bila bikin dê nikaribin me ji axa me dûr bixin.” 
 
Paşê daxuyanî ji aliyê rêveberiya Meclisa Jin Nazê Şingalî û endamê Meclia Gel ya Dîgurê Hemo Elî ve hate dayîn.
 
Nazê Şingalî di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Em van êrişan şermezar dikin. Dewleta Tirk êrişî maleke sivîl li Dîgurê kiriye. Em Iraq û hikumeta herêma kurdistanê jî şermezar dikin ku nabin rêgir li himberî van êrişan. Jinek tevî zarokên xwe li mala xwe de bûn, êriş bi balafiran kirin ser mala vê jinê de. Mijarekî bi êş e û nayê qebûlkirin. Banga me û dengê me dive bighê her kesî em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Bi balafir û sarûxan jî werin ser civaka me, wê jina Êzidî serî daneyinê. Em êrişên li ser Rojava jî qebûl nakin û şermezar dikin. Êrişî her derê dikin û wê tu encamî bidest nexînin.”
 
Hemo Elî jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev êrişên tirsonek û nemerdane cihên şermezariyê ye. Malên me dikin hedefa êrişên xwe. Cihê şermezariyê ye ji hikumeta Iraqê re ku ta niha bêdeng e. Yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin çima êrişên li ser Şengalê nabînin. Ew ne mafê mirovan diparêzin. Ji bo civaka Êzidî cihê dilgiraniyê ye.”
 
Endama Meclisa Jin ya Xanesorê Nafiya Mêşo êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Şengalê Şermezar kir û wiha got: “Em pir dilgiran in ji ber van êrişan. Civaka me ku ji fermanê xilas bûne, îro rastî êrişên dagirkeriya Tirkiyê tên. Di êrişa ku şevê din hate kirin de, jinek birîndar bû. Wekî her car êrişî malbatên me dikin. Mijara dilgiraniyê ye ku malên me kesên me û her tiştên me yên ku ji fermanê xilas bûne îro rastî êrişên dewleta Tirk tên. Banga me ji hemû civaka me re heye ku bibin yek deng û van êrişan qebûl nekin. Ger ku em li himberî van êrişan nesekirin wê hemû şengal bidin ber xwe. Li Rojavayê Kurdistanê jî êrişî malbatan kirin. Mafê mirovan nîne, ger ku heba wê îroj li hemberî van êrişan bisekiniya.”