Şaredariya Gel a Efrînê ji bo roja 1’ê Gulanê daxuyanî da
- 16:51 30 Nîsan 2020
- Rojane
ŞEHBA - Bi boneya Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê Şaredariya Gel a herêma Efrînê bi daxuyaniyeke dan 1'ê Gulanê li tevahî kedakaran, pîroz kir.
Şaredariya Gel a Herêma Efrînê bi boneya Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî daxuyanî da û ev roj li tevahî kedkaran pîroz kir. Daxuyanî li Şaredariya gel a gundê Til Sûsîn ya Kantona Şehbayê bi dirûşa”Bi Rihên berxwedana 1’ê Gulanê em ê tecrîdê bişkînin, faşîzimê têk bibin û Efrînê rizgar bikin”, bi beşdarbûna hemû endam, rêveber û karkerên Şaredariya Gel hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Şaredariyê ya herêma Efrînê Zehrîban Hisên ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi navê Şaredariyên herêma Efrînê em vê rojê li Rêber Apo û hemû kadkarên cîhanê pîroz dikin. Ji bo rewşa heyî ya Vîrûsa Korona, em nikarin weke her sal pîrozbahiyê di vê rojê de çêbikin. Em keda karkerên ku ji bo avakirin û azadiya welat xwe ji bîr nekin û bangewaziya Rêber Apo ji bo yekîtiya Gelê Kurd li hember binpêkirinên dewletên faşîzmê, pêk bînin.
Em weke kedkarên Herêma Efrînê, ser karê xwe bin û bidomînin. Bi hêviya serkeftinê di xebatê hemû karmendan."
Daxuyanî bi dirûşma " Bijî Yekîtiya Karkeran" bi dawî bû.