Şaredariya Gel a Efrînê ji bo roja 1’ê Gulanê daxuyanî da 2020-04-30 16:51:40   ŞEHBA - Bi boneya Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê Şaredariya Gel a herêma Efrînê bi daxuyaniyeke dan 1'ê Gulanê li tevahî kedakaran, pîroz kir.   Şaredariya Gel a Herêma Efrînê bi boneya  Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî daxuyanî da û ev roj li tevahî kedkaran pîroz kir. Daxuyanî li Şaredariya gel a gundê Til Sûsîn ya Kantona Şehbayê bi dirûşa”Bi Rihên berxwedana 1’ê Gulanê em ê tecrîdê bişkînin, faşîzimê têk bibin û Efrînê rizgar bikin”, bi beşdarbûna hemû endam, rêveber û karkerên Şaredariya Gel hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Şaredariyê  ya herêma Efrînê Zehrîban Hisên ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Bi navê Şaredariyên herêma Efrînê em vê rojê li Rêber Apo û hemû kadkarên cîhanê pîroz dikin.  Ji bo rewşa heyî ya Vîrûsa Korona, em nikarin weke her sal pîrozbahiyê di vê rojê de çêbikin. Em keda karkerên ku ji bo avakirin û azadiya welat  xwe  ji bîr nekin û bangewaziya Rêber Apo ji bo yekîtiya Gelê Kurd li hember binpêkirinên dewletên faşîzmê, pêk bînin.    Em weke kedkarên  Herêma Efrînê, ser karê xwe bin û bidomînin.  Bi hêviya serkeftinê di xebatê hemû karmendan."   Daxuyanî bi dirûşma " Bijî Yekîtiya Karkeran" bi dawî bû.