Êrîşên Tirkiyeyê bi girseyî hatin protestokirin

  • 19:09 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmurê  gel bi meşeke girseyî êrîşên Tirkiyeyê yên şermezar kirin.
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî êrîşên Tiriyeyê bi meşekê şermezar kir. Meşa bi beşdariya gel û xwendekaran li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê kurd û “Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî.
 
Fîlîz Bûdak, di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên kesên ku di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ê ku li hemberê polîtîkayên hêzên û li hemberê tevgera azadiyê têkçûnek jiyan dike, bi hemû awayî bi hevkariya hêzên NATO’yê êrişê gelê Kurd dike. Duh şevê din vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê êrişê malên sivîl, pîşesazî û cihên leşkerî dike. Dixwaze têkçûna xwe bivî awayî veşêre. Êrişên tên pêkanîn, nîşaneya tekçûna dewleta Tirk û Mala Barzanî ye. Dema mijar dibe Kurd hemû hêzên navdewletî û kesên xwe wekî xwedî wijdan pênase dikin bêdengiya xwe diparêzin. Hêza Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd heye ku li dijî hemû êrişan li ber xwe bide û têkoşîna xwe bilindtir bike. Şerê cîhanê seyemîn a ku navenda wê Kurdistan û tevgera azadiya Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Em ê vî şerê bi şerê gelê Şoreşgerî bigihînin serkeftinê. Berxwedan û têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistan û Rêber Apo didome. Divê em jî wek gelê Kurd bi çalakiyên xwe bi gerîla û Rêber Apo re bibin yek.”
 
Fîlîz Bûdak diyar kir ku kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dewleta Tirk li aliyekî banga aştî û çareseriyê dike, li aliyê din jî êrişê gelê Kurd dike. Lewma heta ku Rêber Apo nebejê mûzakare heye, bi pazerên xwe re hevdîtin neke, pêvajoyê neyê destpêkirin û êrişên li ser gelê Kurd bi dawî nebe, tu kes nikare behsa pêvajoyek bike. Em ê wek gelê Kurd bi yekitî û xurtkirina parastina cewherî bersîva hemû êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Qadên Parastinê yên Medyayê bidin. Hêza me heye ku em li hemberî hemû êrişan gelê xwe biparêzin. Yê ku çareserî pêkbîne Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê ye.”
 
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bi dawî bû.