2 meh in mûçe nadin karmend û bijîşkan!

  • 13:31 27 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Pênciwên, Seyîdsadiq û gelek navendên tenduristiyê, karmend û bijîşk xebat dan rawestandin.  
 
Li bajarê Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Pênciwên, Seyîdsadiq û gelek navendên din ên Herêma Federal a Kurdistanê dê xebatkarên tenduristiyê xebatên didin sekinandin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku nêzî 2 meh in Hikumeta Herêma Kurdistanê mûçeyê karmendan nadin. Her wiha hikûmeta Iraqê jî şandina mûçeyê karmendên Herêma Federal a Kurdistanê rawestand.
 
Ji ber nedayîna mûçe ya karmend, bijîşk û karmendên tenduristî yên nexweşxwane û navendên din boykota neçûyîna kar hat ragihandin. 
Hêjayî gotinê nêzî 2 meh in mûçeyê karmendan nayê belavkirin û gelek caran karmendan daxwaza belavkirina mûçe kirine. Lê hîn jî mûçeyê wan nehatiye belavkirin.