2 meh in mûçe nadin karmend û bijîşkan! 2020-04-27 13:31:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Pênciwên, Seyîdsadiq û gelek navendên tenduristiyê, karmend û bijîşk xebat dan rawestandin.     Li bajarê Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Pênciwên, Seyîdsadiq û gelek navendên din ên Herêma Federal a Kurdistanê dê xebatkarên tenduristiyê xebatên didin sekinandin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku nêzî 2 meh in Hikumeta Herêma Kurdistanê mûçeyê karmendan nadin. Her wiha hikûmeta Iraqê jî şandina mûçeyê karmendên Herêma Federal a Kurdistanê rawestand.   Ji ber nedayîna mûçe ya karmend, bijîşk û karmendên tenduristî yên nexweşxwane û navendên din boykota neçûyîna kar hat ragihandin.  Hêjayî gotinê nêzî 2 meh in mûçeyê karmendan nayê belavkirin û gelek caran karmendan daxwaza belavkirina mûçe kirine. Lê hîn jî mûçeyê wan nehatiye belavkirin.