Rêveberiya Xweser dema qedexeya derketina derve dirêj kir

  • 09:20 22 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryarnameyekê ragihand ku qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulana bê, hatiye dirêjkirin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara hejmara /37/ da.  Li gorî biryara dema qedexeya derketina derve heta destpêka meha Gulanê hate dirêjkirin. Xebatên çandinî û hin beşên din di ber çavan re tê derbaskirin.
 
Biryar wiha ne:
 
"*Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên frotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
 
*Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.
 
*Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên În û Şemiyê de tên vekirin.
 
*Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
 
* Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.
 
*Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û  di her rêveberiyekê de tev bigerin.
 
*Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bi kar bînin, mask û lepikan xwe bikin,her wiha ji kombûna dûr bikevin.
 
*Ev biryar ji her kesê ku pêk tîne tê agahdarkirin."