Rêveberiya Xweser dema qedexeya derketina derve dirêj kir 2020-04-22 09:20:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryarnameyekê ragihand ku qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulana bê, hatiye dirêjkirin.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara hejmara /37/ da.  Li gorî biryara dema qedexeya derketina derve heta destpêka meha Gulanê hate dirêjkirin. Xebatên çandinî û hin beşên din di ber çavan re tê derbaskirin.   Biryar wiha ne:   "*Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên frotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.   *Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.   *Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên În û Şemiyê de tên vekirin.   *Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.   * Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.   *Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û  di her rêveberiyekê de tev bigerin.   *Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bi kar bînin, mask û lepikan xwe bikin,her wiha ji kombûna dûr bikevin.   *Ev biryar ji her kesê ku pêk tîne tê agahdarkirin."