Di sala 2019'an de 17 hezar û 47 zarok hatin zewicandin

  • 11:53 20 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE -TUÎK'ê aşkera kir ku di di sala 2019'an de 17 hezar û 47 zarok ên di navbera 16-17 salî de ne hatin zewicandin.
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) derbarê zewaca di temenê biçûk de daxuyanî da. Li gor daneyan hejmara zewacê ya 2019'an 541 hezar û 421 e û hejmara zewaca di temenê biçûk de jî  17 hezar û 47 e. 
 
Li bajarên ku herî zêde zewac di temenê biçûk de çêdibe Dîlok, Stenbol û Riha ye. Ya herî kêm jî bi hejmarekê Dêrsim e.