Di sala 2019'an de 17 hezar û 47 zarok hatin zewicandin 2020-04-20 11:53:32   ENQERE -TUÎK'ê aşkera kir ku di di sala 2019'an de 17 hezar û 47 zarok ên di navbera 16-17 salî de ne hatin zewicandin.   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) derbarê zewaca di temenê biçûk de daxuyanî da. Li gor daneyan hejmara zewacê ya 2019'an 541 hezar û 421 e û hejmara zewaca di temenê biçûk de jî  17 hezar û 47 e.    Li bajarên ku herî zêde zewac di temenê biçûk de çêdibe Dîlok, Stenbol û Riha ye. Ya herî kêm jî bi hejmarekê Dêrsim e.