Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê
- 14:00 19 Nîsan 2020
- Rojane
KUTAHYA - Li Kutahyayê Veysel Sari yê ku Nesîbe Taşkiran bi mirinê tehdît kir û piştî hat binçavkirin, serbest berdan û şandin hepsa malê.
Veysel Sari, 3 sal berê li Kutahyayê ji Nesibe Taşkıran qetiyabû û gefa mirinê li wê xwaribû. Veysel Sari, li ser gilî hat binçavkirin û piştî li midûriyeta polîsan îfadeya wî hat girtin sewqî edliyê kirin û li edliyê şandin girtîgeha malê. Heyeta dadgehê kelepçeya elektronik li lingê wî girêdan û şandin hepsa malê.