Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê 2020-04-19 14:00:37   KUTAHYA - Li Kutahyayê Veysel Sari yê ku Nesîbe Taşkiran bi mirinê tehdît kir û  piştî hat binçavkirin, serbest berdan û şandin hepsa malê.    Veysel Sari, 3 sal berê li Kutahyayê ji Nesibe Taşkıran qetiyabû û gefa mirinê li wê xwaribû. Veysel Sari, li ser gilî hat binçavkirin û piştî li midûriyeta polîsan îfadeya wî hat girtin sewqî edliyê kirin û li edliyê şandin girtîgeha malê. Heyeta dadgehê kelepçeya elektronik li lingê wî girêdan û şandin hepsa malê.