Kampên Newroz û Roj hatin dezenfektekirin
- 11:15 18 Nîsan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Şaredariya bajarê Dêrikê ji bo tedbîra li dijî vîrûsa korona kampa Newroz û Roj dezenfekte kir.
Li dijî vîrûsa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi hemleyên dezenfekteya bajaran hat kirin. Îro şaredariya bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê piştî dezenfekteya sûka bajêr, herdu kampên Newroz û Roj yên ku koçber û jinên DAIŞ’ê têde dijîn hatin dezenfektekirin.
Her wiha hemleya dezenfekteya bajêr jî didomin