Kampên Newroz û Roj hatin dezenfektekirin 2020-04-18 11:15:19   QAMIŞLO - Şaredariya bajarê Dêrikê ji bo tedbîra li dijî vîrûsa korona kampa Newroz û Roj dezenfekte kir.    Li dijî vîrûsa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi hemleyên dezenfekteya bajaran hat kirin. Îro şaredariya bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê piştî dezenfekteya sûka bajêr, herdu kampên Newroz û Roj yên ku koçber û jinên DAIŞ’ê têde dijîn hatin  dezenfektekirin.    Her wiha hemleya dezenfekteya bajêr jî didomin