Ji bo gumanbarên kuştina Furkan û Ayaz Dadgeha Îstînafê ceza daxist

  • 09:21 13 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner yên 6 salî di encama gelek bêtedbiriyên mezin de di bin bloka betonê ya dibistanê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza herdu zarokan de, Dadgeha Îstînafê , cezayên li gumanbaran hatibû birîn daxist.
 
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Ben û Senê di 30’ê adara 2016’na de, zarokên bi navê Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner yên 6 salî di bin bloka betonê ya dîwarê dora Dibistana Turgut Ozal yê bi vînçê hatibû hûnandin de man. Dibistan bi şev wek qerekola polîsan û bi roj jî wek dibistan dihat bikaranîn.
 
Îstînafê ceza daxist
 
Di runiştina biryarê ya doza ku gumanbarên ji kuştina  Ayaz Ozdemîr Furkan Oner dihatin darizandin de, ji bos ê gumanbaran bi giştî 21 sal û 4 meh ceza hatibû dayîn. Parêzeran doz biribûn Dadgeha Edliyeya Herêmî (BAM). BAM ceza da gumanbaran lê Dadgeha Îstînafê ceza daxist.