Ji bo gumanbarên kuştina Furkan û Ayaz Dadgeha Îstînafê ceza daxist 2020-04-13 09:21:22   AMED - Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner yên 6 salî di encama gelek bêtedbiriyên mezin de di bin bloka betonê ya dibistanê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza herdu zarokan de, Dadgeha Îstînafê , cezayên li gumanbaran hatibû birîn daxist.   Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Ben û Senê di 30’ê adara 2016’na de, zarokên bi navê Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner yên 6 salî di bin bloka betonê ya dîwarê dora Dibistana Turgut Ozal yê bi vînçê hatibû hûnandin de man. Dibistan bi şev wek qerekola polîsan û bi roj jî wek dibistan dihat bikaranîn.   Îstînafê ceza daxist   Di runiştina biryarê ya doza ku gumanbarên ji kuştina  Ayaz Ozdemîr Furkan Oner dihatin darizandin de, ji bos ê gumanbaran bi giştî 21 sal û 4 meh ceza hatibû dayîn. Parêzeran doz biribûn Dadgeha Edliyeya Herêmî (BAM). BAM ceza da gumanbaran lê Dadgeha Îstînafê ceza daxist.