TUAY-DER: Guh bidin dengê gel

  • 17:16 10 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - TUAY-DER’ê, bal kişand ser newekheviya di pêşnûmeya qanûna înfazê û wiha got:"Bi vê pêşnûmeyê dixwazin tolê bigirin." 
 
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), derbarê pêşnûmeya qanûna înfazê ya li aliyê AKP-MHP’ê ve hat derxistin û girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê hatin hiştin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku her roja diçe nîşaneyên Kovîd-19 di girtiyan de derdikevin holê û ev jî dibe sema fikar û gumanên malbatan.
 
‘Cudakariyê nexin navbera girtî û hikûmxaran’
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêşnûmeya înfazê ya di Meclîsê de tê dîtin li dijî pîvana wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e. Ji vir bangî parlamenterên bi wijdan ên di nava partiya desthilatdariyê de cih digirin, dikin. Ew qoltuxên hûn li ser rûniştine, demborîne. Sibe dema peywira we bi dawî bû, hûnê çawan hesap bidin gel. Guh bidin dengê gel û rêxistinên civakî. Cudakariyê nexin navbera girtî û hikûmxaran.”
 
‘Bi vê pêşnûmeyê dixwazin tolê bigirin’
 
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku bi vê pêşnûmeyê dixwazin ji beşên mûxalîf tolê bigirin û wiha hat gotin: “Di kategoriya sûcên hûn dibêjin sûcê ‘terorê’ de ye, parlamenter, serokên şaredariyan, serokên partiyên siyasî û xebatkarên wan, rojnameger, xwendekar, mamoste û hiqûqnasên hikûmetê rexne dikin hene.”
 
‘Tovên dubendiyê nexin navbera gelan’
 
Di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî hat kirin û wiha hat bilêvkirin: “Berî ku vîrûsa korona li girtîgehan belav bibe û mirin pêk bên, tovên dubendiyê nexin navbera gelan. Em dixwazin bêyî ku cudakarî bê kirin di serî de girtiyên nexweş, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtî û hikumxarên siyasî bên berdan.”