Komeleya Hêviyên Reng bi Reng ji bo zarokên Sûrê kampanya da destpêkirin
- 14:39 10 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Komeleya Hêviyên Reng bi Reng ji bo ku di vê pêvajoyê de zarokên Sûrê tenê nemînin kampanya da destpêkirin.
Komeleya Hêviyên Reng bi Reng ya ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye ragihand ku ew ê li gel zarokên Sûrê ên ku ji ber nexweşiyê di mal de dimînin û di derfetên dîjîtal de bêpar dimînin ew ê bi riya telekonferansê li gel zarokan atolyeyan li dar bixin. Komeleyê destnîşan kir ku bi derfetên heyî ew ê xwe bigihîjin zarokan û bang li herkesî kir ku piştevaniyê bidin kampanyaya wan.
'Li malêmayîn trawmaya ku zarokên Sûrê jiyaye ji nû ve zindî kir'
Daxuyaniya ku ji hêla Komeleyê hatî kirin wiha ye:"Em ê bi rêbaza telekonferansê re bi zarokên Sûrê re ku ji ber vîrûsa koronayê li malê dimînin atolyeyan pêk binin. Wekî Komeleya Hêvîyên Reng bi Reng me xwe gihişt 115 zarokan û di her hevdîtineke bi zarokan re wan diyar kir ku ew vê pêvajoyê fêm nakin û "Li malê mayîn" trawmaya ku zarokên Sûrê jiyaye ji nû ve zindî bû ev bû sedema travmayeke cuda."
'Ji sedî 90 li malbatan de înternet tune ye'
Komeleyê bi domdarî wiha got:" Wekî komeleyê, em dixwazin ji zarokan re vebêjin ku ev pêvajoyek derbasdar e ku em li ser mafê wan bipeyivin ku di dema mayîna li malê de xwendin, ewledar biaxivin û mafê wan bidin ku pêşî li tundiya nava malê bigirin û biparêzin.Di hevpeyivînên ku me bi malbatan re, kirin mixabin me dît ku ji sedî 90 malbatan înterneta wan tune ye. Em fikirîn ku di vê pêvajoyê de xwegihîştina zarokan bi telekonferansê pêkan e. Em li benda piştgiriya we ne ku van demên dijwar bi hevre derbas bikin. Ger ku hûn bixwazin piştevaniyê bidin me, hûn dikarin bi me re bi navnîşana info@rengarenkumutlar.org an 0538 376 88 92 bikevin têkiliyê."