Kongreya Star li koçberên Waşûkaniyê sabûn belav kir

  • 14:31 10 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca rêgirtina li ber belavbûna Virûsa Koronayê, îro Kongreya Star a kampa Waşûkanî sabûn li koçberan belav kir.
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Ji bo bicihkirina koçberan Rêveberiya Xweser kampa Waşûkanî da avakirin. Niha di kampê de nêzî 1700 malbat lê bi cih bûne. Ev demeke li tevahî cihanê Virûsa Korona jî belav bûye, ji bo rê li ber vê virûsê were girtin îro Kongreya Star a kampa Waşûkanî sabûn li koçberan belav kir.
 
'Xweparastin çeka me ya bingehîn e'
 
Hevseroka Kongreya Star Selwa Ehmed jî teqez kir ku 2600 sabûn li kampa Waşûkanî belav kirine û wiha domand: "Piştî hemleya dezefekteyê ku komîteya tenduristî da destpêkirin li kampê, me jî xwest em sabûn li koçberan belav bikin da ku parastina xwe ya bedenî jî baş bikin, tevî wê jî me li her konekî sabûn lê belav kir. Hinek tedbîran jî me bi wan re parve kir. Xweparastin îro çeka me ya bingehîn e, erka her kesî ye."
 
'Em rê nadin belavkirina Virûsa Korona'
 
Selwayê ji tevahî koçberan xwest  ku xwe biparêzin da ku bikaribin zarok û civaka xwe jî biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê rê nedin Virûsa Korona ku di nava gelê me belav bibe çi ji me were xwestin em ê bikin û li ber xwe bidin."