Li Herêma Kurdistanê dema qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

  • 13:47 10 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê dema qedexeya derketina ji derve 6 rojên din dirêj kir. Heta niha li herêmê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê bi biryarekê qedexeya derketina ji derve heta 16’ê Nîsanê dirêj kir. Ji ber vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê ji 14’ê Adarê ve qedexeya derketina ji derve heye û welatî di malên xwe de ne.
 
Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê 9 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi vîrûsê ketine 6 jin in. Her wiha heta niha li Herêma Kurdistanê 324 kes bi vîrûsa korona ketine. Ji vane 126 kes sax bûne û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.