Dewleta tirk êrîşî gundewarên navçeya Şêrewayê dike

  • 13:46 10 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
ŞEHBA - Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser navçeya Şêrewa û gundewarên Şehbayê didomîne.
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di saetên sibehê de navçeya Şêrewa û gundewarên Şehbayê topbaran dike. Gundên  ku tên topbarankirin Dêrcemal, Şewarxa, Îrşadiyê, Kefer Anton, Bênê, Tinibê, Kiştar, Aqîbê, Soxanekê, Meranazê û Malkiyê ne. Destdirêjiya êrîşan gihaye kapma Şehbayê ku 96 malbatên koçber, lê bi cih dibin.  Di encama êrîşan de leşkerekî Rejîma Sûriyeyê  jiyana xwe ji dest da û sivîlekî li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê yê bi navê Îsa Mehmûd Sîdo birîndar bû.