ATO: Rawestandina testên xebatkarên tenduristiyê xeternak e

  • 13:20 10 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Li hemberî rawestandina sepana testa xebatkarên tenduristiyê, Odeya Tabîban a Enqereyê daxuyaniyek da û got: "Wezareta Tenduristiyê çima sepana testa xebatkarên tenduristiyê rawestand? Ev rewşeke xeternak e."
 
Li Enqereyê testa vîrûsa koronayê ya 9 xebatkarên tenduristiyê yên 112’an pozîtîf derket. Piştî ku testa xebatkaran pozîtîf derket sepana testê hat sekinandin. 
 
Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di 5’ê nîsanê de destpêkirina testa koronayê ya ji bo xebatkarên tenduristiyê me bi kêfxweşî pêşwazî kiribû. Di grûba ewil de testa 9 xebatkarên tenduristiyê yên 112’an pozîtîf derket. Li ser derketina testên pozîtîf sepana testkirina xebatkaran hat rawestandin. Em vê yekê wek rewşek xeternak û li dijî aqilan dinirxînin. Her wiha em ji Wezareta Tenduristiyê pirs dikin wê test ji nûve dest pê bikin? Û we çima sepana testa xebatkarên tenduristiyê rawestand?”