Du kesên li Amedê tedawiya Vîrusa Koronayê didîtin jiyana xwe ji dest dan

  • 10:31 10 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Du welatiyên li Amedê yên  tedawiya Vîrusa Koronayê didîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê du welatiyên tedawiya Vîrusa Koronayê didîtin û temenê wan 87 û 57 salî bûn jiyana xwe ji dest dan. Du welatiyên li beşa lezgîn dihatin tedawîkirin testa wan pozîtîk derketibû. 
 
Heta niha li Amedê li gor çavkaniyên dawî kesên ji ber vîrusê jiyanax we ji dest dane hejmara wan derket 12'an.