‘Em li malê ne lê terkî qedera xwe hatine kirin’

  • 09:12 10 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Ji ber vîrusa korona bangên ‘li malê bin’ tên kirin û jinan jî diyar kirin ku dewlet hewcedariyên wan nayne cih. Hîlal Kiliç diyar kir ku ew jinên xebatkar bin jî ne biyaniyên karê malê ne ji ber ku mal qada duyemîn a karê wan e û got: “Dewlet tenê dibêje li malê bin. Lê nizanin ku em li malê çi dijîn.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona hejmar kesên jiyana xwe ji dest dane di ser 800’î de ye. Ji bo vîrusê bikin bin kontrolê jî bangên ‘li malê bin’ tên kirin. Jinan diyar kirin k udi vê pêvajoyê de di alî aborî û psîkolojîk de pisgirêkan dijîn. Hîlal Kiliç û Denîz Demîrdag yên beriya vîrûsê dixebitin û niha li malê ne pisgirêkên dijîn vegotin.
 
‘Em ji însafa karsazan re hiştine’
 
Hîlalê diyar kir ku divê dewlet tenê bi gotina ‘li malê bin’ sînor nemîne û got: “Em di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Di vê pêvajoya em naxebitin de ne pêkane em debara xwe bikin. Me keda xwe kiriye sermaye. Niha em bi giştî ji wijdana karsazan re hatine hiştin. Fîrmayê ez û hevjînê min derxistin destura bê pere. Em niha li malê ne. Pereyê min têrî mehekê dike. Ji vir şûnde em ê çi bikin. Bebek amin 6 mehiye. Em ê çawa xwedî bikn.”
 
‘Dewlet wê çawa pêşî li şîdetê bigire?’
 
Hîlalê bi lêv kir ku banga ‘li malê ‘ rast e lê ev bang tenê li dijî vîrusê ye û ev tişt bi lêv kir: “Em hîna jinên tên kuştin dibînin. Di rewşa normal de jin tên qetilkirin, rastî şîdetê tên. Di vê pêvajoyê de jî şîdet zêde bûye. Mixabin carna deng ji malên cîranan tên. Ez şîdeta mêr ya li hember jinan dibihîzim. Em niha terkî qedera me kirine. Divê dewlet hecedariyan bîne cih. Di vê pêvajoyê de zor û zehmetiyê psîkolojîk jî tên jiyîn.”
 
‘Dewlet alîkariyê nade welatiyên xwe’
 
Denîz Demîrbag jî diyar kir ku banga li malê bin ya li dijî vîrusê, têr nake û ev tişt anî ziman: “Em hinek li malê hinek jî li derve, neçar dimînin ku bixebitin. Em tên malê paqijiyê dikin. Aboriya me nebaş e. Em nikarin fatureyan û kirê bidin. Ez neçarim bixebitim. Li 3 zarokan dinêrim. Dewlet di vê mijarê de alîkariyê nade welatiyên xwe. Divê dewlet di vê mijarê de welatiyan li ber çavan bigire. Em ê heta ku derê wisa berdewam bikin. Heta xureka me hebe em ê li malê bin. Piştre em ê derkevin.”