‘Qanûna Hejmar 6284 û Peymana Stenbolê gelek girîng e’

  • 09:03 10 Nîsan 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama SKM’ê Dîdar Gul, bal kişand ser şîdeta li ser jinê ya di pêvajoya vîrusê de zêde bûye û got piştî bangên ‘li malê bine’ girîngiya qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê zêdetir bûye.”
 
Li gorî Rapora meha Adarê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 9 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 9 jin ji aliyê hevjîn, 5 heb ji aliyê mêrên ku ligel wan dijîn, 4 mêr ji aliyê nas-xizm, 2 heb ji aliyê mêrên ku dest jê berdane, 2 heb ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê bav û yek jî ji aliyê mêrê ku pere bû, yek jî ji aliyê birayê xwe ve hatiye qetilkirin.
 
Di pêvajoya vîrusa korona de yek ji cihên ku herî zêde jin lê rastî şîdetê hatin mal bûn. Şîdeta li ser jinan li malê zêde bû û ji bo pêşîgirtinê jî tu tedbîr nayên girtin.
 
Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst Dîdar Gul, der barê pêvajoyê de axivî û got: “Bangên li malê bin tên kirin. Lê biçin kar xetereya korona heye û li malê bin jî şîdet heye. Li Îtalyayê mêrek bi hinceta ji ber destgiriya wê ya doktor bi koronayê ketiye kuşt. Lê test jî negatîf derket. Ev îhtîmal jî dibe sedema kuştina jinan.”
 
‘Sedema wê nepêkanîna qanûnan e’
 
Dîdarê bi lêv kir ku israra jinan a di pêkanîna peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284’an de dîsa derdikerve holê û wiha got: “Wateyeke jiyanî ya vê israrê heye. Pêkanîna van qanûnan îro gelek girÎnge. Ji bo pêşîgirtinê divê pêngav bê avêtin. Gulîstan Doku ji aliyê mêrekî ve hat windakirin û kujerê jinekê tê parastin. Tevî israra jinan Gulîstan nayê dîtin. Çima ev kuştin wisa zêde ne. Divê xwedî li van destkeftiyan bê derketin.”
 
‘Jinên betal hatin hiştin bi şîdeta mêr re tên rû hev’
 
Dîdarê destnîşan kir ku bi hinek platforman re torên piştevaniya bi jinan re hûnandine lê ev têr nake û wiha pê de çû: “Divê dewlet hinek pêngavan bavêje. Divê xebatên beşa lezgîn zêdetir bên rojevê. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Em bi hinek platforman re di têkiliyê de ne. Lê ev têr nake. Di vê rewşa pandemiyê de em xwe zêdetir nikarin bigihînin mirovan. Jinên dixebitin di bin xetereyên cidî de ne. Em dibêjin ku ‘li derve korona hebe li hundir jî şîdeta mêr heye. Divê li dijî vê tedbîr bên girtin.”
 
Dîdarê bal kişand ser sererastkirina înfazê û got girtiyên siyasî ji derveyê qanûnê hatine hiştin û wiha dawî lê anî: “Jinên siyasî ji derveyê vê hatin hiştin. Em bawer dikin ku wê hemû jin li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Em di sererastkirina înfazê de wekheviyê dixwazin. Kujerên jinan tên berdan û jin jî li hundir terkî mirinê tên kirin.”