'Pêvajoya nezelal a hikûmetê rê li ber mirinê vekir'

  • 09:02 10 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Parlamenter Semra Guzel, destnîşan kir ku hikûmet di tedbîrgirtinê de gelek dereng ma û got: Hikûmet di serî de hemû partiyên siyasî, rêxistinên tenduristiyê ji dûrÎ mijarê hişt, pêvajoyeke ne zelal meşand û rê li ber mirinê vekir."
 
Şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Daneyên ku her roj tên parvekirin mirovan dixe nava tirs û fikaran. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel mijarên serekê yên Tirkiyeyê ên wekî qelsiya tedbîran, nezîkatiya hikûmetê, rewşa aboriya gel, derûniya civakê û rewşa xebatkarên tenduristiyê ji ajansa me re nirxand.
 
'Di girtina tedbîran de dereng man' 
 
Semra, destnîşan kir ku ku hem di tedbîrgirtinê de û hem jî di aşkerakirina hejmaran de kêmasiyên mezin derketin holê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heke di serî de li Tirkiyeyê tedbîrên berfireh, hişyariyên paqijiyê û bangewaziyên 'Li malên xwe bimînin' bihatana kirin bîlanço ew qas giran nedibûn. Bi taybetî jî di test girtinê de jî xemsariyek hebû. Pakêtên ku ji bo aboriyê hatin parvekirin qels bûn, bang û hişyariyên ku rayedarên dewletê dikirin kêm bûn û her wiha daneyên ku dihatin parvekirin jî bawerî nedidan. Dîsa di rewşeke wisa de kêmbûna xebatkar û amûrên tenduristiyê jî bi serê xwe pirsgirêk bûn. Tişta herî girîng jî parvekirina daneyan bû hemû herêm ne dihatin parvekirin. Derbarê mirî û nexweşan de agahiyên zelal nehatin dayîn. Ji ber ku malbatan aşkera dikir û wezaret jî neçar dima ku aşkera bike. Hikûmet di serî de hemû partiyên siyasî û rêxistinên tenduristiyê ji dûrê mijarê hiştin û pêvajoyeke ne zelal da meşandin. Ev tişt bû sedema zêdebûna mirinan."
 
‘Gel dê çawa debara xwe bike? 
 
Beşek ji civakê ku guhdarê bangewaziyên 'Ji malên xwe dernekevin' dike jî bi fikar rewşa heyî dişopîne û Semra jî bi taybetî behsa vê mijarê kir û got: "Belê bangewaziyên 'Li malên xwe bimînin' tên kirin  tedbîrek e. Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê bangewaziyek wisa tê kirin, lê divê em çi bikin? Kesên ku li malê dimînin dê debara mala xwe çawa bikin? Kireya malê, fatureyên av, ceyran û gaza xwezayî û xwarin, vexwarin û hwd. dê çawa çareser bikin? Lê divê hikûmet bersivê bide hemû pêdîviyên civakê. Li şûna gel guhdar bike niha buhayên gelek tiştan hatine zêdekirin. Li gorî AKP'ê yên ku pereyên wan hene bila li malê bin, yên ku pereyên wan tune bin bila li dervê bixebitin. Divê hikûmet erka xwe pêkbîne û ji bo aboriya gel budçeyek veqetîne."
 
'Ligel vîrûsê niha derûniya civakê jî têk diçe'
 
Ji ber ku niha mijara sereke belavbûna vîrûsê ye yên ku derfetên wan heyî li malê ne û yên ku neçar û ji bo debara mala xwe bikin jî li derve dixebitin. Yen ku li malê ne derûniyeke cuda û yên ku li dervê dixebitin jî derûniyek cuda dijîn. Semra Guzel, di axaftina xwe de vê mijarê wiha şîrove kir: "Rewşa niha bandorek neyînî li ser civakê kir û derûniyeke nebaş derxist holê. Li gelek welatên cîhanê travmayên mezin pêk hatin wekî Îtalya û welatên din. Niha ligel belavbûna vîrûsê tirs û fikar hene û ligel vê jî niha hejmara kesên ku derûniya wan xirab dibin jî zêde dibin. Divê li hemberî her du mijaran têkoşîn û xebateke cuda bên dayîn. Bi taybytî jî divê ji bo zarokan malbat bernameyên taybet organîze bikin. Ligel bernameyên taybet ji bo zarokan rê û rêbazên paqijiyê jî bên nîşandan."
 
'Divê xebatkarên tenduristiyê bên parastin' 
 
Demek dirêjê rewşa xebatkarên tenduristiyê di rojevê de ye û Semra di axaftina xwe de li ser vê mijarê jî rawestiya û got: "Qada ku herî bi rîsk qada tenduristiyê yê û divê li vir bêtir tedbîr bên girtin û kêmasiya amûrên tenduristiyê ji holê bê rakirin. Divê maske, lepik û alavên din ji bo xebatkaran bên dîtin. Her wiha şert û mercên xebatkaran jî ne baş in. Ji bo parastina gel divê bêtir xebatkarên tenduristiyê bên parastin. Bangewaziyên ku li malê bimînin ji bo xebatkarên tenduristiyê ne derbasdar e. Xebatkar serê sibehê bi otobûs û minibûsan berê xwe bidin nexweşxaneyan. Divê ev pirsgirêka bê çareserkirin û ji bo xebatkar bi rihetî biçin û bên servîs bên amadekirin. Parastina xebatkarên tenduristê parastina civakê ye jî."