ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 10 Nîsan 2020
  • Rojev
*Endama DÎK’ê Dîlan Aydin anî ziman ku li mizgeftan bi xwendina selayan  olê dikin amûrê polîtîkayên xwe û got ku kampanyaya ji hêla Serokatiya Karên Dîyanetê ve hatiye destpêkirin rûreşî ye û îstismarkirina olê ye.”
 
*Jina bi navê Felek Silêman a ji gundê Maşoqyê ye, odeya xwe ya ku cil û bergan tê de didûrê veguheriye cihê çêkirina rûpoşên parastina ji Vîrusa Koronayê. Felekê wiha got:  "Ez pir kêfxweş im ku ez vê xizmetê ji bo mirovên civaka xwe pêşkêş dikim. Di van rewşên wiha de, divê em li hev miqate bin. Ez bawer im ku piştî vê nexweşiyê wê  bihara gundê me bi tevgera jinan û lîstokên zarokên me zindî bibe." DÎMEN HEYE
 
*Parlamenter Semra Guzel, destnîşan kir ku hikûmet di tedbîrgirtinê de gelek dereng ma û got: Hikûmet di serî de hemû partiyên siyasî, rêxistinên tenduristiyê ji dûrÎ mijarê hişt, pêvajoyeke ne zelal meşand û rê li ber mirinê vekir."
 
*Hevseroka SES’ya  Bedlîsê Suheyla Yel, pirsgirêkên di qada tenduristî û kêmasiyên di pêvajoya pandemiyê de nirxand û got ew dixwazin krîzê bi awayekî zelal bi rêve bibin û got: “Li nexweşxaneyan beşên lênêrtina giran tüne ne. Ev jî wê bibe sedema tirs, fikar û bêkontroliyê.”
 
*Endama SKM’ê Dîdar Gul, bal kişand ser şîdeta li ser jinê ya di pêvajoya vîrusê de zêde bûye û got piştî bangên ‘li malê bine’ girîngiya qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê zêdetir bûye.” BI DÎMEN
 
*Ji ber vîrusa korona bangên ‘li malê bin’ tên kirin û jinan jî diyar kirin ku dewlet hewcedariyên wan nayne cih. Hîlal Kiliç diyar kir ku ew jinên xebatkar bin jî ne biyaniyên karê malê ne ji ber ku mal qada duyemîn a karê wan e û got: “Dewlet tenê dibêje li malê bin. Lê nizanin ku em li malê çi  dijîn.” BI DÎMEN
 
*Keça Gulser Yildirim ya girtiya siyasî , Zelal Yildirim Şen diyar kir ku ji ber vîrusa korona yek ji cihên ku rewş lê gelek cidiye girtîgehin û wiha got: “Vegotina mirinên ji girtîgehan derkevin wê tunebe. Divê cidiyeta vê baş bê zanîn.” BI DÎMEN