Kesên ku bi vîrûsê ketin derbasî nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê dikin

  • 20:34 9 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi sedan kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine derbasî bajarê Serêkaniyê kiriye û her wiha dest bi kolandina xendeqan kirine û dixwazin deriyek din a sînor vebikin.  
 
Niha tevahiya rojeva cîhanê vîrûsa koronayê ye, lê belê dewleta tirk jî êrîşên xwe ya li hemberî Serêkaniyê jî bê navber didomîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem li dijî vîrûsê û hem jî dijî kiryarên tirkiyeyê têkoşînek tê dayîn. 
 
Li gorî çavkaniyên herêmê ev du heftene Tirkiye kesên ku nexweşiya vîrûsa koronayê lê heye ji Pirsûvîrûsa koronayê ji hundirê Serêkaniyê de ku dewleta tirk ev du hefteyê nexweşên xwe yê Tirkiyê ku bi vîrûsa korona yê ketine, ji deriyê Serê Kaniyê ya Rihayê derbasî Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê dikin. e. 
 
Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê deriyekî din di navbera Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê de vedikin. Ji bo deriyê nû bê vekirin hat diyar kirin ku pereyek dane xwediyê erdê. Li gor çavkanî ji bo rêyekî bazirganî û derbaskirina çeteyan dêrî tê vekirin. Her wiha li gorî agahiyan li bajarokê Til  Helefê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê çeteyan dest bi kolandina xendeqan kirine.