Fîlîz Kerestecioglu: Ew ê bi pakêta înfazê tundî zêde bibe

  • 16:46 9 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecigolu di bernemeya 'HDP dibêje çi' de axivî. Fîlîzê diyar kir ku hukumet Vîrusa Koronayê ji xwe re dike wekî fersendekê û pakêta înfazê dixwaze derbas bike û wiha got:"Kesên sûcên şantaj, tehdît, birîndarkirin kirine jî di nava pakêtê de cihê xwe digirin. Van sûca rê li ber tundiya li ser jinê vedike. Ew ê bi pakêta înfazê tundî zêde bibe."
 
Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecigolu di bernemeya 'HDP dibêje çi' de axivî. Fîlîzê derbarê Vîrusa Koronayê de û pakêta darazê de axivî. 
 
'Raya giştî dixapînin'
 
Fîlîzê di destpêkê de di derbarê pakêta înfazê de axivî û got:"Ev pakêt dibe sedema newekheviyan. AKP û MHP Vîrusa Koronayê ji xwe re dike wekî fersendekê û pakêta înfazê dixwaze derbas bike.  Kesên sûcên şantaj, tehdît, birîndarkirin kirine jî di nava pakêtê de cihê xwe digirin. Van sûca rê li ber tundiya li ser jinê vedike. Ew ê bi pakêta înfazê tundî zêde bibe. Kesên tundiyê pêk tînin ew ê derkevin û tundiya li ser jinê ew ê zêdetir bibe. Bi vê pakêtê raya giştî dixapînin."
 
'Navendên pêşîbirîna tundiyê zêde ne serwext in'
 
Fîlîzê wiha dewam kir:"Bi banga li malê bimînin tundiya li ser jinê zêde bû. Dema em ŞONIM'ê geriyan mêr bersiv da. Navendên pêşîbirîna tundiyê zêde ne serwext in. Em bi sîtemek têk çûye rû bi rû ne. Guhertin di destên me de ye."