MEBYA-DER: Cudatiyê nexin navbera girtiyan

  • 13:46 9 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê qanûna înfazê de MEBYA-DER’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku divê bê şert û merc qanûna înfazê ji bo hemû girtiyan derbasdar be û gotin: “Di qanûnê de cudatî dikuje, wekhevî dide jiyîn.”
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) derbarê qanûna înfazê ya ku li meclîsê tê nîqaşkirin li avahiya xwe daxuyaniyek da. Ji ber vîrûsa koronayê hevserokên komeleyê Yuksel Almas û Şêxmûs Karadag tenê beşdar bûn. Yuksel Almas bi tirkî û Şeyhmus Karadag jî bi kurdî daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku qanûna efûyê ya ku demekî dirêje di rojeva AKP û MHP’ê de bi vîrûsa koronayê bi leztir anîn rojevê û wiha hat gotin: "Tacizkar, tecawizkar, diz, kesên hişbir difiroşin dê serbest bên berdan, lê kesên ku fikrên xwe yên siyasî anîn ziman jî li derveyî qanûnê hatin hiştin. 
 
Ev rojên ku bi vîrûsa koronayê derbas dibin hewceye ku mirov bi hev re bin û yek bin. Lê hikûmet cudatiyê dixe nava gelan û piştevaniyê xelas dike. Demekî ku hemû gel bi vîrûsê re têkoşînekê didin meşandin hewce ye ku biryarên ku werin wergirtin li gor ruhê hevpar be.
 
Bi rêgeza di edaletê de wekhêvî dide jiyîn, cudatî dikuje divê hemû girtî wekhev ji vê qanûnê sûdê bigirin. Derveyî vê pirsgirêk û mirinên ku li girtîgehan çêdibin hikûmet berpirsyar e. Pêçana birînên ku di civakê de çêbin ne pêkane. Ji ber vê divê hêj dereng nebûyî guh bidin gel qanûna ku were derxistin rêgeza wekheviyê esas were girtin.”