Girtiyên li Girtîgeha Wanê lêdan xwarin

  • 13:38 9 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Medya Aslan a li Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Wanê dimîne bi rêya hevdîtina bi telefonê re anî ziman ji aliyê îdareya girtîgehê gef li wan tê xwarin û got girtiyan lêdan xwariya. 
 
Girtiya bi navê Medya Aslan a li Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Wanê dimîne bi rêya hevdîtina bi telefonê re binpêkirina mafan ên ku pê rû bi rû dimînin ragihand. Malbata Medyayê anî ziman ku Medya di bin şerdên zor de ye û gef li wan tê xwarin. 
 
Malbata Medyayê gotinên wê wiha ragihand:"Li vir em di bin zextên dijwar de ne û gef li me tên xwarin. Îdareya girtîgehê li hevalên mêr dixe. Hevalên me yên di hucreyên yekkesî de ne lêdanê dixwin û bi jiyana wan bi guman in. Îdareya girtîgehê ji me re got:"Heger hûn li cihê xwe nesekinin em ê heman tiştî li we jî bikin." Nameyên ji derve tên nadin me. Jiyana me di xetereyê de ye."