Li cîhanê bîlançoya vîrûsa koronayê: 88 hezar û 531 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 12:37 9 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê heta niha ji ber vîrûsa koronayê bi giştî 88 hezar û 531 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hêjmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê ketin jî 1 milyon û 519 hezar û 213 kesî derbas kir. 
 
Bîlançoya vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê her ku diçe giran dibe. Niha li tevahiya welatên cîhanê 88 hezar û 531 kesan bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya cîhanê bi giştî 1 mîlyon û 519 hezar û 213 kes jî bi vîrûsê ketin. Li Tirkiyeyê jî ji 11'ê adarê heta niha 812 kes bi şewba vîrûsê mirin û 38 hezar û 226 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. 
 
Li welatê Îtalya heta niha 17 hezar û 669 kes, li DYA'yê 14 hezar û 797, li Îspanya 14 hezar û 794, li Fransa 10 hezar û 869 û li îranê jî 3 hezar û 993 kesan jiyana xwe ji dest dan.