Rewşa tenduristiyê ya Semire Dîrekçî ya girtî, giran e

  • 12:08 9 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xwişka, Girtiya nexweş a bi navê Semire Dîrekçî ya di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê de tê girtin, Mulkiye Dursun wiha got:"Em ji di mijara jiyana Semire  de bi fikar in. 4 carî ji serê xwe hat emeliyatkirin. Ji ber nexweşiya jinê û ji ber rêviyên xwe hat emeliyatkirin. Niha rêviyên wê li derve ne. Di bin van şerdên nebaş de îhtimala enfeksiyonê bigire zêde ye. Ew ê rewşa wê çawa be? Heta ku Vîrusa Koronayê li girtîgehan belav nebûye divê bê berdan."
 
Di pakêta darazê ya 3'yemîn de girtiyên siyasî li derve hatin hiştin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê yekê didomin. HDP, gelek rojnameger, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, akademisyenen bertek nîşanî pakêta pêşkeşî meclîsê hat kirin dan. Li gor daneyên ÎHD'ê li girtîgehan 458 yên giran hezar û 334 girtiyên nexweş di girtîgehan de dimînin. Ji vana 74 jê jin in. 
 
Xwişka, Girtiya nexweş a bi navê Semire Dîrekçî ya di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê de tê girtin, Mulkiye Dursun pakêta darazê ya 3'yemîn de nêrînên xwe anî ziman.
 
'Ev 9 meh in rêviyên wê li derve ne'
 
Mulkiye got:"Semire 3 emeliyat derbas kir. Rewşa wê ya tenduristiyê qet ne baş e. Ev 9 meh in rêviyên wê li derve ne. 9 meh berê Semire li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê emeliyata rêvî bû. Ez 15 rojî li gel wê mam. 15 roj şûnde ew birin girtîgehê. Niha şerdên girtîgehê jî qet ne baş e. Li wir hevalên wê alîkariya wê dikin."
 
'Divê demildest dawî li cudakariyê bê'
 
Em ji di mijara jiyana Semire  de bi fikar in. 4 carî ji serê xwe hat emeliyatkirin. Ji ber nexweşiya jinê û ji ber rêviyên xwe hat emeliyatkirin. Niha rêviyên wê li derve ne. Di bin van şerdên nebaş de îhtimala enfeksiyonê bigire zêde ye. Ew ê rewşa wê çawa be? Heta ku Vîrusa Koronayê li girtîgehan belav nebûye divê bê berdan. Bi pakêta darazê ewqas mahkum ew ê berdin çima yên siyasî jî bernadin? Divê demildest dawî li cudakariyê bê."